26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îro geştên asmanî di navbera Hewlêr û Amedê de dest pê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Biryar e îro Yekşemê geştên asmanî di navbera Hewlêr û Amedê de dest pê bikin. Bi vî rengî balafirgeha Amedê êdî dibe balafirgehek navdewletî. 

Derbarê destpêkirina geştên asmanî yên balafirên rêwiyan di navbera Amed û Hewlêrê de, Eêvebera Balafirgeha Hewlêrê Telar Fayîq ji malpera KDP.info re ragihand, îro yekemîn firokeyan rêwiyan ji Amedê derbasî Hewlêrê dibe. Ev cara yekê ye ku balafir di navbera 2 bajarên Kurdistanê de hatin û çûnê bikin.

Telar Fayiq wiha got: “Biryar e geşta yekem saet 2ê piştî nîvro bigihê Hewlêrê, lê ji îro û pê de ew geşt dê bibin her heftê 3 caran û ew geşt dê bi riya Hêla Asmanî ya Tirkiye be.”

Fayiq wiha domand: “Ev geşt xwedî giringiyeke mezin in û bi vê yekê geştiyar dikarin hêsantir seferê bikin, bi teybetî asankarî ye bo sermayedar û bazirganan.”

Li gorî agahiyan di yekemîn geşta navbera Amed û Hewlêrê de, ku geştek sembolîk e, piranî parlamenter û karsaz dê li firokê siwar bibin û biçin Hewlêrê. 

Nûçeyên têkildar