26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Serdana şanda Kurdistanê bo Bexda, ji ber serdana Kerry bo Bexda bû”

Çavkanî: KDP.info
 
Bexda-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje mebesta serdana vê carê 
 
ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê zêdetir 
 
pêwendî bi serdana Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bo 
 
Bexdayê hebû, da ku gotûbêkirineke bo hemû aliyên Iraqê 
 
derbarê komek pirsan bikin.
 
Ebdulhekîm Xesro Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê ji 
 
malpera KDP.info re behsa serdana duhî ya şanda hikûmeta 
 
Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê kir 
 
û ragihand: “Ew serdan zêdetir pêwendî bi wê yekê hebû ku ligel 
 
Wezîrê Derve yê Amerîka û aliyên Iraqê pêk ve li ser paşeroja 
 
Iraqê û şerê DAIŞê û kirîza darayî biaxivin, ji ber ku heta niha 
 
Amerîka xwe wek berpirsyar dibîne di ber Iraqê de, lewma 
 
dixwaze berdewam pêwendî di navbera aliyên siyasî de hebe.”
 
Xesro wiha got: “Di cih de nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexda 
 
de çareser nabin, lê ya girîng aramiya siyasî li Iraqê berdewam be 
 
û çaksazî were kirin û hikûmet pêk were û kurd jî bo berjewendiya 
 
xwe û berdewamiya pêwendiya ligel Amerîka di hikûmeta Ebadî 
 
de beşdar bûye, ne ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.”
 
Dr. Ebdulhekîm wiha domand: “Eger em ji Iraqê cuda jî bibin û 
 
serxwebûnê rabighînin jî dê danûstandin û gotûbêjên me bi Iraqê 
 
re berdewam bin, ji ber ku gellek dosye û pirsên hevbeş di 
 
navbera Hewlêr û Bexda de hene wek sînor û av û dewleta Iraqê û 
 
para kurdan ji mîrata Iraqê.”

Nûçeyên têkildar