26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkman daxwaz dikin ku Iraq çav li Herêma Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Bereya Tirkmanî beşdariya nûnerên Tirkman û 
 
Kild û Asorî di şanda Herêma Kurdistanê de bo Bexdayê bi karekî 
 
erênî dibînin û destxweşiyê li aliyên siyasî dikin û daxwaz dikin ku 
 
Iraq çav li Herêma Kurdistanê bike.
 
Serokê Frakisyona Bereya Tirkmanî û Endamê Polîtburoya wê 
 
partiyê Aydin Marûf ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara 
 
beşdarîkirina nûnerên Tirkman û Kild û Asorî di şanda Herêma 
 
Kurdistanê de bo Bexdayê karekî pir baş e û erênî ye û cihê 
 
destxweşiyê ye û hîsabkirine bo her pêkhateyekê, ji ber ku nabe ti 
 
pêkhateyek were piştguhkirin.”
 
Marûf wiha got: “Pêwîst e her çawa Herêma Kurdistanê rêzê ji 
 
hemû pêkhatan re digire Bexda jî heman tiştî bike, ji ber ku ti 
 
hisab ji me re nekiriye û di kabîneya nû de ti wezîr ji me re diyar 
 
nekiriye, di dema ku 11 parlemanterên me hene û em neteweya 
 
sêyem in li Iraqê, lewma em gilî li Iraqê dikin û dema em serdana 
 
Bexda bikin emê vê yekê bighînin wan.”

Nûçeyên têkildar