Li Bakurê Kurdistanê şer û topbarana ser bajaran berdewam e

Amed-KDP.info- Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 4 leşkerên Tirkiyê di şer de birîndar bûn, li Bitlîsê jî cerdevanek hat kuştin.
Şer û pevçûn li navçeyên Nisêbîn, Gever, Silopî û bajarê Şirnexê didome.
Duh li navçeya Nisêbînê, şervanên YPSê bi rokêtan li hêzên Tirkiyê dan, di encamê de 4 leşker birîndar bûn.
Pêr jî li Nisêbînê, 5 polîsên pilebilind ên Tirkiyê hatibûn kuştin ku di nav wan de 2 pasewanên serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul jî hebûn.




