Li Şingalê yê biçe bin siya Heşda Şeibî sivkatiyê bi xwîna şehîdan dike

Hewlêr-KDP.info- Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje tişta ku Iraqê nikarîbû bi Şingaliyan bike niha bi riya PKKê û çend hêzên din dixwaze bike, lewma her kesek biçe nav hêza Heşda Şeibî li wî sînorî sivkatiyê bi xwîna şehîdan dike.
Emîd Izedîn Sado Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev demek e ku çend kesan li Şingalê dest bi avakirina hêza Heşda Şeibî kirine û nave xelkê dinivîsînin, vêga her kesek navê xwe di Heşda Şeibî de binivîsîne ew bêguman sivkatiyê bi xwîna şehîdan dike.”
Sado wiha got: “Em bi hemû hêza xwe bergiriyê li Şingalê dikin û me kiriye jî, niha hinek tên û ala Iraqê li ser Şingalê bilind dikin û di bin fermana Iraqê de destê xwe dikin karûbarê Şingalê de, ku ev yek sivkatiye bi Şingalê.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “PKK û aliyên din jî divê destê xwe rakin ji avakirina hêza Heşda Şeibî li Şingalê.”




