“Bo qonaxa piştî azadkirina Musilê, tekez li ser pêwîstiya rêkeftina pêkhatan hat kirin”

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di
wê hevdîtinê de tîşk xistin li ser guhertinên meydaniyên dawî ya bereyên
şerê dijî terorîstan û amadekariyên operasyona azadkirina Musilê jî hate
nirxandin û tekez li ser pêwîstiya rêkkeftina siyasiya di navbera aliyan û
pêkhatan ya ji bo qonaxa piştî azadkirina Musilê kirin.
Roja pênçşem 07.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku Angus McKee Konsolê Brîtanya li Hewlêrê amade bû di
derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê û qeyrana siyasî û sedemên
kûrtirbûna qeyrana siyasî de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha
behsa prensîpa şeraket û beşdarî û şêwirîna berdewamiya aliyan ya
çareseriya giriftan kirin.
Her di vê civînê de tîşk xistin li ser guhertinên meydaniyên dawî ya bereyên
şerê dijî terorîstan û amadekariyên operasyona azadkirina Musilê jî hate
nirxandin û tekez li ser pêwîstiya rêkkeftina siyasiya di navbera aliyan û
pêkhatan ya ji bo qonaxa piştî azadkirina Musilê kirin. Ew jî bi navê rêgirtina
li kûrtirbûna kêşeyan û dirustbûna dilniyayî ya pêkhatan ku li paşarojê da
jiyan û bexteweriya wan bê mîsoger kirin û êdî karesat dûbare nebin.




