Li Geverê xaniyek hilweşiya û 4 kes mirin..3 leşker jî birîndar bûn

Amed-KDP.info- Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, xaniyek hilweşiya, di
bûyerê de 4 kes mirin, yek jî birîndar bû.
Li li Nisêbîn, Gever û Şirnexê û Silopî qedexeya derketina derve û şer
didomin.
Şeva borî li gundê Hirmiye yê Geverê, xaniyek hilweşiya, di encamê de herî
kêm 4 kes mirin, yek jî birîndar bû. Birîndar li nexweşxanê Geverê tê
dermankirin.
Heta niha nayê zanîn xanî ji ber çi hilweşiyaye ji ber wê jî derheqê bûyerê
de lêpirsîn hat destpêkirin.
Herwiha li navçeya Geverê, dema hêzên artêşê mijûlî operasiyonê bûn,
xaniyek bi ser wan de hilweşiya, di encamê de 3 leşker birîndar bûn.




