Serokwezîrê Herêma Flanderz: Paşaroja Kurdistanê li destekî emîn de ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Flanderz a Belçîka ligel Serok
Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de amadehiya xwe û welatê xwe jî ji bo
piştgîrîkirina gelê Kurdistanê nîşanda û pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok
Barzanî ya serkeftinên Kurdistanê de hebû û wê yekê xisterû ku li wê yekê
bawere ku paşaroja Kurdistanê li destekî emîn de ye.
Roja pênçşem 07.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Geertt Bourgeois Serok Wezîrê Herêma Flanderza
Belçîka û şandekî li gel kir ku ji Kon Yongbilut Berpirsê Fermangeha
Karubarên Derveyê Herêma Flanderz û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên
wê Herêmê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka spasî rexsandina
hevdîtinê û wê pêşwaziyê kir ku li wî bi xwe û şanda li gel hatiye kirin.
Her wiha ji bilî behskirina wan tehdîdên ku rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye,
pesnê serkeftin û xweragiriya gelê Kurdistanê û qurbanîdana Pêşmerge ya li
şerê dijî terorîstan kir û dilxweşiya xwe jî bi wê sîstema ku xelkê Kurdistanê
ya li berçavgirtina mafên mirov û pêkvejiyanê nîşanda ku bi beşdariya jinan
peyrew dikin.
Her wiha amadehiya xwe û welatê xwe jî ji bo piştgîrîkirina gelê Kurdistanê
nîşanda û pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya serkeftinên
Kurdistanê de hebû û wê yekê xisterû ku li wê yekê bawere ku paşaroja
Kurdistanê li destekî emîn de ye.
Li beranber da Serok Barzanî spasî hevsozî û piştgîriya şanda mîhvanan kir û
ji bo qurbaniyên rûdana terorîstiyên bajarê Brukselê serxweşiyê li gelê
Belçîka û şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê ku bi xwe
qurbanê destê terore, hevsoze li gel we û balkişand li ser hereşeyên terorê
ku hereşeya terorê hemû aliyek dike armanc û rûbirûbûna wê jî hewlekî
ciddî û hemû aliyane û dilsozane, hem li ruyê serbazî hem jî li ruyê fikrî û
aborî û civakî ve pêwîste.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste ser tehdîdên li ber
gelê Kurdistanê û her wiha sedemên qeyrana darayî û behsa ewe jî kir ku
civaka navdewletî li meseleya koçberan de wekî pêwîst yarmetiya Herêma
Kurdistanê nedaye û Hikûmeta Iraqê jî li vî derbarî de kêmterxem bûye.
Her li vê hevdîtinê de behsa dîroka siyasiya Iraqê û qeyrana siyasiya niha û
şerê azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musil û her wiha paşaroja
peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.




