De Mistura vexwendin ji aliyên opozisyona Sûriyê re şand û PYDê ne tê de ye

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê girûpeke opozisyona Sûriyê ragihand ku ew ji aliyê Nûnerê Navdewletî bo Sûriyê Stîfan De Mistura ve bo danûstandinên Cenêvê hatine kirin, lê da zanîn ku nûnerên PYDê nehatine vexwendin.
Qedrî Cemîl berdevkê wê girûpa nêzîkî Rûsya ji ajansa Tasî ya Rûsî re ragihand ku vexwendina De Mistura bo beşdariya di danûstandinên vê mehê gihîştiye wan û da zanîn ku ew aliyên ku di meha Adarê de beşdarî Cenêvê bûn dê dîsa beşdar bibin lê PYDê nehatiye vexwendin.




