Mûçeyê Pêşmerge tê dabeşkirin

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Dûşema bê mûçeyê Wezareta Pêşmerge dabeş dike.
Rêvebiriya Ragihandin û Pêwendiyên Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanêmdi daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ji malpera KDP.info re hatiye şandin, ragihand ku roja Dûşemê 11-4-2016 dê dest bi parvekirina mûçeyê Wezareta Pêşmerge bê kirin.




