Îtalya pêbendiya xwe bo piştevaniya Kurdistanê dûpat kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya kir
û di wê hevdîtinê de berpirsê mêvan ragihand ku ew hatiye pabendbûna
welatê xwe ya ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê li çarçêweya
hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorîstên DAIŞê de dûpat bike.
Roja çarşem 06.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Enzo Amêndola Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya û
şandekî li gel kir ku ji Marko Karlînos Balyozê Îtalya li Iraq û xanima
Alesandra Dîpîbo Konsolê Îtalya li Hewlêr pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya pesnê rola Serok Barzanî û
qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li şikandina terorîstan kir û wê yekê
xisterû ku welatê xwe bi dostê gelê Kurdistanê dizanê û rêz ji bo xebat û
qurbanîdana gelê Kurdistanê û her wiha daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo
dabînkirina paşarojeke baştir heye.
Cîgirê Wezîrê Derveyê Îtalya eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku hatiye
pabendbûna welatê xwe ya ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê li
çarçêweya hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorîstên DAIŞê de dûpat
bike.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Îtalya kir û serdana Serok
Wezîr û berpirsên bilindên Îtalya ya Herêma Kurdistanê di destpêka şerê
DAIŞê bi belgeya dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Îtalya da zanîn û
pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên her dû aliyan yên li warên cûda cûda
da kir.
Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî behsa şerê teror û serkeftinên hêzên
Pêşmerge kir û wê yekê dûpatkir ku teror gefeke cîhanî ye li ser hemû aliyek
û rûbirûbûna wê hewlekî niyazpak û ciddî ya hemû welatan pêwîst e û nabê
hinek alî terorê wekî kartekî bikarbînin ji ber ku di encamê de her ewê bi
xwe bi agirê terorê bişewitin.
Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û
Bexdayê kirin û şanda mîhvan Serok Barzanî ji kar û çalakiyên tîmên Îtalya li
Kurdistanê û Bendava Musilê agahdar kirin.




