Keval: Pişta Serok Barzanî bigirin..Serawî: Rola Barzanî nayê veşartin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Navendî ya YNKê Eta Serawî
ragihand ku kes nikare rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî di şer û xebata li dijî terorê de veşêre û înkar bike.
Herwiha Akademîst Dr. Mûsa Keval ragihand ku Serok Barzanî
xwedî ezmûneke bihêz e di şer û xebatê de û wek kesayetiyelî
leşkerî ye û siyasetmedarekî kêrhatî ye û ev yek bû sedem ku
efsaneya DAIŞê bê şikandin.
Eta Serawî Endamê Encumena Navendî ya YNKê ji malpera
KDP.info re ragihand: “Ji dema ku DAIŞê berê xwe daye Herêma
Kurdistanê, Serok Barzanî roleke pir mezin di rûbirûbûna wan
terorîstan de lîst û kes nikare wê rolê înkar bike û Barzanî heta
niha jî di erkê xwe de kêmasî nekiriye û bi roleke mezin hem li
eniyên şer û hem jî li ser asta navdewletî rabûye. Herwiha Hêzên
Pêşmerge jî li hemû eniyên şer bi bê hizreke hizbî teng rûbirûyê
gefan rawestane û ji cîhanê re piştrast kirin ku qehreman in,
lewma divê hizib jî wek Hêzên Pêşmerge hizir bikin û yekgirtû bin
û berjewendiyên xwe bide aliyekî.”
Serawî wiha got: “Jibilî van herdu salên şerê DAIŞê jî, Barzanî berê
jî bi dirêjahiya 40 salên borî berdewam û her roleke berçav di
tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de didît û kesayetiyekî diyar û
navdar ê miletê me ye û ti carî kêmasî nekiriye. Eger kesek dijî
nêrîna partiya Barzanî be jî, nabe înkarê li rola wî bike.”
Akademîst û Şirovekarê Siyasî Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info
re ragihand: “Serok Barzanî, Serokê Hêzên Pêşmerge ye û di
heman demê de Serokê Herêma Kurdistanê ye, xwedî ezmûneke
bihêz e di şer û xebatê de û xebatê de û wek kesayetiyelî leşkerî ye
û siyasetmedarekî kêrhatî ye. Serkeftina Hêzên Pêşmerge jî bow ê
baweriya bihêz ya bi Serok Barzanî vedigere. Herwiha Serok
Barzanî xwedî pêgeheke bihêz e li ser asta navdewletî. Ev sedem û
çendîn taybetmendiyên din ên Serok Barzanî bûn sedem ku
efsaneya DAIŞê bi dest û zendên Hêzên Pêşmerge û bi alîkariya
welatên mezin were têk birin.”
Dr. Mûsa Keval wiha got: “Em wek kurd di şer de ne, lewma
pêwîst e hemû alî pişta Serok Barzanî bigirin, da ku miletê me vê
qonaxa dijwar derbas bike, rast e DAIŞ lawaz bûye, lê her wek
gefekê ye û em di qonaxeke hestiyar de ne û divê navmala kurdî
bibe yek û hemû alî pişta Serok Barzanî bigirin div ê derfeta ku ji
gelê me re hatiye.”




