26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Muxtarê gundan: Bila ji me dûr bikeve û pirsgirêkan ji me re dernexe

Çavkanî: KDP.info
 
Sîdekan-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sîdekan ragihand ku ji ber 
 
bombebarana balafirên Tirkiyê, PKKê navendên xwe nêzîkî gundan 
 
kiriye û vê yekê tirseke mezin xistiye dilê xelkê de û muxtarê hemû 
 
gundan jî daxwaz dikin ku PKK ji wan dûrkeve û pirsgirêkan ji wan 
 
re dernexin.
 
Karwan Kerîmxan Rêveberê Nahiyeya Sîdekan ji malpera KDP.info 
 
re ragihand: “Ji ber zêdebûna bombebarana balafirên Tirkiyê li ser 
 
sînorên Sîdekan, PKKê navendên xwe nêzîkî gundên Başûrê 
 
Kurdistanê kirine, ew jî ji bo wê yekê ye ku balafir li wan nedin, lê 
 
vê yekê tirseke mezin li cem xelkê çêkiriye û ji ber vê yekê jî me 
 
haya berpirsên hikûmetê pê xistiye. Herwiha ji ber ku pêwendiya 
 
me bi PKKê re tune ye, me bi rêya welatiyan re ew agahdar kirine 
 
ku xwe nêzîkî gundan nekin û li nava gundan neçin û neyên, da ku 
 
balafir li gundan nedin û eger bûyerên wek ya Zargelê li Sîdekanê 
 
jî rû bide divê PKKê berpirsyaretiya wê rake.”
 
Kerîmxan wiha got: “Ji 250 gundî li sînorê Sîdekan, 100 gund ji ber 
 
rewşa ewlehiyê nehatine avakirin û zêdetirî 80 welatiyên deverê 
 
bûne qurbanî. Herwiha niha ji ber ku behar e, xelk dixwazin ji xwe 
 
re giya û pincarê bidin hev û bikin xwarin, lê PKK rê li pêşiya wan 
 
digire û nahêle xelk herin û bên û ew yek jî pirsgirêkan ji xelkê re 
 
derdixe û muxtarê hemû gundan jî daxwaz dikin ku PKK ji wan 
 
dûrkeve û pirsgirêkan ji wan re dernexin.”

Nûçeyên têkildar