Îtalya li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li
bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Enziro Emandula cîgirê wezîrê derve yê Îtalyayê û
şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û fermandeyên arteşa wî welatî
pêkatibû, kir.
Di dîdarekê de, Emandula, ku piştî posta cîgirê wezîrê derve wergirtî yekem
care serdnan herêma Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê
diyar kir û tekîd li ser wê yekê kir ku welatê wî di warê leşkerî û însanî de dê
li ser pêşkeşkirina alîkariyan bo herêma Kurdistanê berdewam be û,
herwesa, tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Îtaliya û herêma
Kurdistanê kir.
Cîgirê wezîrê derve yê Îtalyayê behsa qaremanî û mêrxasiya Pêşmerge li
bereyên cenga dijî DAÎŞê û dûrxistina metirisya terorê li ser herêma
Kurdistanê kir û helwesta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê
pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bilind
nirxand.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê
kir û behsa pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎşê kir û di vê
çarçoveyê de, ji bona wan alîkarî û hevkariyên di warê însanî û leşkerî de
pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, sipasiya gel û hikûmeta Îtaliyayê kir û got
ku, şerê dijî DAÎŞê bi tenê ne berpisiyariya herêma Kurdistanê ye, lê ew şer
berpirsiyariya hemû civaka navdewletî û bi taybetî welatên hevpeyman e.
Serokwezîr tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Îtalya û Herêma
Kurdistanê kir û bi kurtî, ji şandeya mêvan re, behsa kirîza êkonomî ku
herêma Kurdistanê tê de derbas dibe kir û hokarên serhildana wê kirîzê û
pilana hikûmetê ji bona derbasbûn ji wê kirîzê berçav kirin û hêvî xwest ku,
civaka navdewletî, bi taybetî welatên G7, di vî warî de alîkariya herêma
Kurdistanê bikin û daku herêma Kurdistanê jî bi serketî ji wê kirîzê derbas
bibe.
Operasiyona azadkirina Mûsilê, avadankirina deverên ji bin destê DAÎŞê tên
azad kirin, vegerandina baweriya pêkvejiyana pêkhateyan, nûjenkirina
bendava Mûsilê ji aliyê kompaniyayeke îtalî ve, pirosesa siyasî li Bexdayê,
têkeliyên herêma Kurdistanê bi Bexdayê û welatên herêmî re û
çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çend mijarên
din yên civîna serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê bûn.




