26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sînor hatine xêzkirin..Maye ku kurd dewleta xwe rabighînin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê û 
 
referandûmê, zûtir behsa destkeftên leşkerî û siyasî û xêzkirina sînoran kir. 
 
Kesayetiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî van destkeftan wek destkeftên 
 
mezin dibînin bo gelê Kurdistanê û dibêjin maye ku kurd dewleta xwe 
 
rabighînin.
 
Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman wan destkeftên siyasî û leşkerî yên 
 
Serok Barzanî bilind dinirxîne bo dema serxwebûna Kurdistanê û ligel wê de 
 
jî bi pêwîst dibîne ku ragihandina serxwebûna Kurdistanê divê bi 
 
jihevtêgehiştin be ligel Bexdayê û li gorî destur be.
 
Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî mijara 
 
referandumê kiriye rojev û ev yek tiştekî baş e û pêwîst e gelê kurd biryara 
 
xwe bide, lê divê ji bo referandumê em yekrêz bin û partiyên siyasî di nava 
 
xwe de yekgirtî bin û xwedî yek peyam bin, wê demê dikarin hemû tiştî 
 
bikin. Dikarin referandumê bikin û madeya 140 cîbicî bikin û welatên cîhanê 
 
mecbûr bikin ku hîsab ji biryara kurdan re bigirin. Herwiha pêwîst e hewl bê 
 
dayîn ku referandum hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê li xwe bigire û ne 
 
tenê li herçar parêzgehan bê kirin.”
 
Ji aliyê xwe ve Mamosteyê Zanîngeha Dihokê û Pispor di wê zanistên siyasî 
 
de Ebdal Cuma Akreyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li vir em dikarin 
 
bêjin wek pirensîpekî qanûna şer, her aliyek bikaribe bi hêzê axê bistîne, ew 
 
ax nayê vegerandin. Jibilî vê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 
 
berdewam tekez li ser lidarxistina referandumê dike, da ku xelkê wan 
 
navçeyên kurdistanî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ku ev jî dibe cihê 
 
çespandina yek ji pirensîpên mafê mirovan û encumena navdewletî.”
 
Ebdal Cuma Akreyî wiha got: “Guhertinên vê dawiyê ku bi zendên dest û 
 
xwîna Pêşmergeyên qehreman bi dest hatine bûne sedema rûxandin û 
 
nemana sînorên Saykis Bîko û sînorên nû hatine xêzkirin û bi nêrîna civaka 
 
navdewletî jî tenê maye kurd dewleta xwe rabighînin. Niha baştirîn dem e 
 
bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê ku destkeftekî mezin e û Serok 
 
Barzanî pêşwext derfet jê re amade dikir.”

Nûçeyên têkildar