Li Silopî polîsek hat kuştin û dîsa derketina derve hat qedexekirin

Amed-KDP.info- Li navçeya Silopî ya Şirnexê otomobîleke zirhî ya polîsan
ket ber êrîşê û di encamê de polîsek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn. Piştî
bûyerê li Silopî dîsa qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li Bakurê Kurdistanê şerê di navbera endamên Yekîneyên Parastina Sivîl
(YPS) û hêzên dewleta Tirkiyê de didome.
Şevê din li taxa Cûdî ya bajarê Silopî, dema otomobîla polîsan derbas dibû bi
rokêtan teqe lê hat kirin, di encamê de polîsek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Qayîmeqamtiya Silopî ragihand, li bajêr îro ji saet 04:30 ve heta fermanek
din derketina derve qedexe ye.
Duh li nav navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî, di operasiyonan de du
fermandeyên artêşa Tirk û leşkerek hatibûn kuştin.
Li Şirnex, Nisêbîn, Gever û navçeyên din jî operasiyon berdewam in û dengê
top û guleyan ji wan deveran qut nabe.




