Serok Barzanî û opozisyona Sûriyê behsa Cenêvê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Bilinda Danusandinên Rikeberên Sûriye kir û di wê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Sûriye û her wiha guftûgo û danusandinên Cênêv ya li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Roja dûşem 04.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Riyaz Hicab Serokê Desteya Bilinda Danusandinên Rikeberên (Opozîsyon) Sûriye kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Sûriye û her wiha guftûgo û danusandinên Cênêv ya li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku danusandinên Cênêv bi xêr û li berjewendiya xelkê Sûriyê de bigihe encamek û piştevaniya xwe jî ji bo her hewlek ku bibe sedema dawîanîna bi êşên gelê Sûriye nîşan da.




