Mesrûr Barzanî: Pêşmerge li şûna cîhanê şer dike, pêşwîst e alîkariya wan bê kirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma
Kurdistanê ragehand, herçend 4 mehe Pêşmergeyan mûçeyên
xwe vernegirtine jî, lê baweriya wan bi armancên xwe heye û li
bereyên herî pêş de li dijî DAIŞê şer dikin.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr
Barzanî ji malpera Amerîkayê ya CBS Newsê re ragehand, Kurd
tenê ji bo xwe şer nakin. Bi navê hemû cîhanê li dijî terorîstan şer
dikin û got: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê herçend 4 mehe
mûçeyên xwe vernegiritine jî, lê hîn jî li bereyên herî pêş û
çeperên herî pêş li dijî DAIŞê şer dikin. Ji ber ku Pêşmerge
baweriya xwe bi armancên xwe heye.’’
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir:
‘’Pêşmerge hemû jî xwedan zarok û hevjîn in û nizanin heta çi
demê wê bê mûçe, di rêzên şer ên pêş de şer berdewam bikin?
Eva di demek de ye ku hatina nêzîk 2 milyon avare û penaber û
krîza aborî kûrtir kiriye, her ji ber vê jî rêjeya rûniştwanên herêma
Kurdistanê ji sedî 30 zêdekiriye û bilind kiriye.’’
Di beşekî din ya hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî behsa metirsiyên
têkçûna bendava Mûsilê kiriye û dibêje: ‘’Eger bendav têkbiçê,
beşekî piraniya Mûsilê di çend saetan de wê bin avê de bimîne û
heta wê bighîje Bexdayê jî û çi bikeve pêş jî wê wêran bike.’’




