“Şingalî kantonan û xelkê biyanî qebûl nakin”

Şingal-KDP.info- Berpirsê şaxa 17 ya PDKê li Şingalê ragihand ku Hikûmeta
Iraqê bi hemû awayekî piştgiriyê li YBŞê dike da ku fîtne û duberekî li
Şingalê belav bike û mebesta wê ew e ku bi riya PKKê rê li pêşiya vegera
xelkê bo ser male wan û avakirina Şingalê bigire.
Wehîd Bakuzî Berpirsê Şaxa 17 ya PDKê li Şingalê ji rojnameya Hewlêrê re
ragihandiye, “YBŞ ne bi tenê, lê belê PKK û balên wê jî, di bin wî navî de ji
aliyê Hikûmeta Iraqê ve di bin navê Heşda Şeibî de tên bikaranîn, ku Bexda ji
hemû aliyekî ve alîkariya wan dike da ku fîtne û duberekiyê li Şingalê şêbike
û ew xelkê ku tevlî YBŞê bûne ji bo pereyên ku ji Bexdayê ji wan re tê.”
Derbarê wê yekê ku çima Hikûmeta Iraqê tenê li Şingalê piştgiriya PKKê
dike, Bakuzî wiha got: “Sedem diyar in, îro hikûmeta Iraqê ne bi tenê li
Şingalê piştgiriyê li PKKê dike bo dirustkirina pirsgirêk û aloziyan, lê belê ji
destpêka 2014 dest kir bi qutkirina budce û mûçeyê fermanberên
Kurdistanê, ew jî bo ku li Herêma Kurdistanê alozî belav bibin û ev ezmûna
serkeftî ya Kurdistanê aloz bikin û yekrêziya aliyên siyasî têk bidin. Tişta ku
niha li Şingalê dibe heman tişt e, ku tevliheviyê li wir çêbikin da ku xelk
venegerin ser mal û halê xwe.”
Berpirsê şaxa 17 ya PDKê li Şingalê wiha domand: “Hikûmeta Iraqê rêgir e li
avakirina Şingalê û Şingal wek Enbarê bajarekî wêrankirî neda naskirin, ew jî
ji ber kerb û kîneya wan e li hemberî kurdan. Xelkê Şingalê ti demê û bi ti
awayekî kantonan û xelkê din ku ji derveyî Herêma Kurdistanê hatine, qebûl
nakin, ji ber ku dizanin ne ji Serok Barzanî ba, ew bajêr bi Goran û PKKê
nedihat azadkirin. Xelkê Şingalê dizanin ku PKK 15 mehan li Şingalê bû û
nikarîbûn gundekî rizgar bikin. Divê xelkê Şingalê bi xwe biryarê bidin ku bi
çi sîstemê hukmraniyê li navçeya xwe bikin.”




