26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

“Em qebûl nakin Bexda bê kurdan biryaran bide”

Çavkanî: KDP.info
Bexda-KDP.info- Parlemanterekî PDKê li Bexda dibêje, her karekî hikûmeta 
 
Iraqê li derveyî îradeya kurdan be, em qebûl nakin û red dikin.
 
Rênas Cano, Parlemanterê Frakisyona PDKê li Bexdayê ji malpera KDP.info 
 
re ragihand: “Bijardeyên Serokwezîrê Iraqê bo kurdan ew e ku ew wezîrên 
 
ku ne bi dilê kurdan e em daxwaza guhertina wan bikin, lê heta niha tiştekî 
 
nû tune ye, ji ber ku tişta ku heta niha heye di wê çarçoveyê de ye ku hemû 
 
taqimên siyasî hepesandina di wê kabîneya ku beriya 2 rojan hat 
 
pêşkêşkirin bo parlementoyê kiriye, kes nizane ku ew berbijêr ji kuderê 
 
hatine û pirs ji ti aliyê siyasî nehatiye kirin, lewma hewl tê dawyîn ku 
 
tewafiqek bê kirin di navbera Ebadî û frakisyonan de, ev yek jî bi wê riyê tê 
 
kirin eger aliyên siyasî berbijêrên xwe diyar bikin.”
 
Rênas Cano wiha got: “Her karek di bin îradeya merkezî de be û li derveyî 
 
îradeya kurd be li cem me nayê qebûlkirin û em red dikin.”

Nûçeyên têkildar