Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên Hevya Sor a Îmaratê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
pêşwaziya Balyozê niyet baş ya Neteweyên Yekgirtî û hunermendê navdarê
Erebî Îmaratî Hisên el-Cesmî kir ku ji bo vekirina hijamrek pirojeyên xêrwazî
yên Heyva Sora Îmaratî serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Di hevdîtinekê de ku Konsulê giştiyê Îmaratê û hijamrek rayedarên Heyva
Sora Îmaratî amade bibûn, Eljasmî kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina
Herêma Kurdistanê nîşanda û hêbetî bûna xwe ji bo mêvandariya gel û
pêşketinên Herêma Kurdistanê xiste ber çav.Her wiha got dixwazim di vê
serdana xwe de peyama Kurdistanê bigehîne cîhanê û peyama Îmaratê jî
bigehînte Herêma Kurdistanê, ku amade ye ji boa alîkarî û yarmetîdana
koçber û penaberan û sivik kirina vê barê giran ku ji ber vê pirsê ketiye ser
milê Herêma Kurdistanê.
Her wiha behsê beşdarî kirin ji hijamrek pirojeyên xizmetkariyên Heyva Sora
Îmaratî li Herêma Kurdistanê kir ku ji bo xizmet kirina koçber û penaberan
encam daye; wek vekirna kempekê ku ji 632 yekeyên akincî bûnê bi gişt
pêwîstî û xizmetkariyên wek xwendinge, mizgevt av û elekterîk, parka
yariyêm zarokan û yekeyeka reveberiyê ji bo bi hawar çûna koçberan û
nexweşzaneyeka 58 texteyî ji bo zarokan û ji dayikbûnê pêk dê, herwiha
xîmê bingehê nexweşxaneyaka taybetî jî dana.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xuya kirina kêfxweşiya xwe, ji bo vê
serdanê, sipasiya kar û çalakiyên xêrxwazî û mirovî yên Eljesmî kir û hêviya
serketinê jê re xwest. Her wiha sipasiya hikûmet û rêveberiya Îmarat û
Heyva sor a vî welatî kir ji bo xizmetkariyên mirovî ku li Herêma Kurdistanê
û welatên deverê û cîhanê pêşkêşê jê qewmiyan dike.
Her wiha hêvî xwest têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê li
hemû biyavan berev pêş biçe û sipasiya rolê konsol û Konsulxaneya Îmaratê
li Herêma Kurdistanê kir ji bo yarmetî dana koçber û penaberan û hewldan
ji pêş xistana têkiliyên navbera her du aliyan.
Li dawiyê jî Serokwezîr nameyeka sipasiyê pêşkêşê Elcesmî kir.




