26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zanyariyên derbarê teqîna Mexmûrê..Çawa otomobîl derbas bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi gotina efserên polîsê bajarokê Mexmûrê otomobîlek ku ji cureyê Prado bû ji aliyê berevajî hatiye û 2 polîs ligel şûfêr axivîne, lê piştî hinekî xwe teqandiye.

Li gorî zanyariyan, otomobîla DAIŞê bi hêceta ku birîndar tê de ne, bilez derbasî nava bajarokê Mexmûrê bûye.

Rêveberê Polîsê Hatinûçûnê yê Mexmûrê Arî Sebah ji Rûdawê re ragihandiye: “Otomobîlek ku ji cureyê Prado bû ji aliyê berevajî hatiye û 2 polîs ligel şûfêr axivîne, lê piştî hinekî xwe teqandiye.”

Arî Sebah wiha got: “Otomobîlên bombekirî ji nahiyeya Qeracê hatine û Pêşmerge çend otomobîlên din te Baqirtê teqandine. Ew otomobîla ku xwe li Mexmurê teqandiye, hejmara wê spî bû.”

Her li gorî zanyariyan, ew otomobîla DAIŞê bi navê îstixbarata Iraqê ve hatiye nav Mexmûrê.

Derbarê hûrgiliyên êrişê jî, zanyarî hebû ku li Baqirê 4 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê ber bi çeperên Pêşmerge de hatine û ew cih jî satirên Pêşmerge li wir tune ne. Otomobîla yekem ew bû ku xwe li Mexmûrê teqand, ligel pêşmergeyan axivî ye û xwe wek îstixbarata Iraqê daye naskirin û piştre 3 otomobîlên din nêzîk bûne û di wê demê de yekî ji wan xwe teqandiye û vê yekê derfet daye otomobîla yekem ku derbas bibe. Hersê otomobîlên din jî yan xwe teqandine yan jî pêşmerge ew teqandine.

Li gorî agahiyan, wê otomobîlê di xala kontrolê ya duyem de ya Pêşmerge de gotiye otomobîla wî ya îstixbarata Iraqê ye û birîndarên wan teqînan tê de ne, lewma bi asanî derbas bû û xwe li Mexmûrê teqand.
 

Nûçeyên têkildar