Hewlêr: Yekîtiya Jinên Rojavayê Kurdistanê ktine greva birçîbûnê

Duhî li Paytexta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Kurd Ketine Greva Birçîbûnê.
Ji ber van bûyerên talî yên li Rojavayê Kurdistanê dibin, Yekêtiya Jinan û ciwanên Kurd bi çend armancekê ketine Greva Birçîbûnê.
Berprsa Ragihandina Grevê (Diya Bêzar) ji Rojnama Xebat re daxuyanî da û got: Em weke Yekîtiya Jinên Rojavayê Kurdistanê bi çend armanc û hêviyan ketine Greva Birçîbûnê.
Di berdewamiya gotina xwe da got: Daxawaza serekî ya vî karê me yekrêzî û yek helwêsta tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Axavtina xwe berdewakir û got: Sê daxawazê me yên din hene ew jî evin:
1- Em bi hêvîne ku kurd bi destê birayê xwe yê Kurd newê kuştin, yanî şerê Kurd û Kurd çênebê li Rojavayê Kurdistanê.
2- Daxawza me ji Artêşa Azad ewe ku ji deverên Kurda derkevê, ji ber ku em Karin deverên xwe biparêzin.
3- Em namekê ji Ban Ki Moon re dişînin û em dixwazin ev bêdengiya Nav neteweyî taliya wê bê û leptekê jibo şoreşa me bikin û bi hewara me ve bên û vê xwîriştinê rawestênin.
Hêjayî gotinêye ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) û hunermed Şivan Perwer serdana wan çûye cihê Grevê û dest xweşî li wan kirin




