26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ocelan: PKK dixwaze rê li pêşiya serxwebûnê û dewleta Kurdistanê bigre

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Osman Ocelan ragihand ku her 
 
kurdek çavê wî li ser Herêma Kurdistanê ye û gelê kurd jî dixwaze bi rêya 
 
Başûrê Kurdistanê bigihê hêvî û awatên xwe, lê PKK dixwaze destê xwe bixe 
 
nava karê Başûrê Kurdistanê de û rê li pêşiya serxwebûnê û dewleta 
 
Kurdistanê bigre.
 
Osman Ocelan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew şerê ku PKKê dike cihê 
 
gumanê ye, ji ber wek em dizanin li Bakurê Kurdistanê li hinek bajarên mîna 
 
Amed û Hekar û çend navçeyên din ku navendên bizava netewî ne niha li 
 
wir şer berdewam e û li wan navçeyên ku xelkê wan hemû kurd in rewşa 
 
navçeyan pir xerab e û xelkê ji mal û halên xwe bar kirine û bi sedan xortên 
 
kurd hatine kuştin, ku yê ku ziyanê dibîne di serî de gelê kurd e û di wî şerê 
 
PKKê de tenê kurd ziyanan dibînin.”
 
Ocelan wiha got: “Eger PKKê dixwaze bi şer Tirkiyê lawaz bike, Tirkiye bi şer 
 
lawaz nabe, lê belê berevajî, kurd lawaz bûne û li wan navçeyan dest ji mal 
 
û hale xwe berdidin û berê xwe didin navçeyên din û ew yek jî di 
 
berjewendiya Tirkiyê de ye.”
 
Wî siyastetmedarê kurd wiha got: “PKK Bakurê Kurdistanê têk daye û êdî pir 
 
zehmet e ku Bakurê Kurdistanê wek berê bibe û aramî vegere wir û herwiha 
 
her kurdek çavê wî li ser Herêma Kurdistanê ye û gelê kurd jî dixwaze bi 
 
rêya Başûrê Kurdistanê bigihê hêvî û awatên xwe, lê PKK dixwaze destê xwe 
 
bixe nava karê Başûrê Kurdistanê de û rê li pêşiya serxwebûnê û dewleta 
 
Kurdistanê bigre.”

Nûçeyên têkildar