26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakurê Kurdistanê.. Şer û qedexe berdewam in

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li Bakurê Kurdistanê her diçe rewş aloztir dibe û şevê din qedexeya derketina derve li gund û mezrayeke din a Gevera Colemêrgê hat ragihandin.

Li navçeya Geverê ku ji 13ê Adarê ve bi hinceta rakirina berbest û tijîkirina xendekan qedexeya derketina derve berdewam e, şevê din ji saet 8, li gund û mezrayeke navçeyê jî qedexe hat ragihandin.

Walîtiya Colemêrgê ragihand ku heta fermaneke din, li gundê Wezîrawa û mezraya Çîmenlî yên Geverê derketina derve qedexe ye.

Li gor walîtiyê, armanca qedexekirinê rakirina berbestan, tijîkirina xendek û anîna aramiyê ye bo navçeyê.

Ev çend roj bû gundê Wezîrawa hatibû dorpêçkirin û çend kes jî ji wî gundî bi tohmeta endamtiya PKKê hatibûn girtin.

Ji aliyekî din, li navçeyê operasyon û şerê di navbera çekdarên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de berdewam e û heta niha ji her du aliyan bi dehan kes canê xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar