Serkirdeyekî TEV-DEMê: Em fedraliyeke netewî naxwazin

Rojava-KDP.info- Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, serkirdeyekî TEV-DEMê gotiye, em fedraliyeke netewî naxwazin.
Cedan Elî Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê ne di cihê xwe de ne û tek alî biryara dide li gorî edyolojiya PKKê kar dike, lê nabe tenê partiyek biryarê li ser çarenivîsa gelekî bide.”
Elî wiha got: “Dema rêkeftineke kurdî nebe û yekhelwêst nebin derbarê paşeroja Sûriyê û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, em dikevin riyeke şaş, lê PYDê bi tenê kar dike û di serî de kanton ragihandin û piştre kir Encumena Sûriyaya Demokratîk û niha bi tenê kiriye fedralî.”
Cedan Elî wiha domand: “PYDê heta niha karekî neteweyî û bo bidestanîna mafê kurdan bidest neaniye. Serkirdeya TEV-DEMê Îlham Ehmed gotiye me fedraliyeke mezin ragihandiye, lê hinek heval dixwazin bikin fedraliyeke neteweyî û rengekî neteweyî bidênê û biçûk bikin.”




