26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekgirtû: Şeraketa bi rastî nemaye..Em ji Iraqeke yekgirtî bêhêvî bûne

Çavkanî: KDP.info
Silêmaniyê-KDP.info- Alîkarê Emîndarê Gitî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. 
 
Mehmûd Ehmed ragihand ku kurdan her tişt ligel Iraqê qebûl kirine da ku şeraketa 
 
rasteqîne li vê welatî bidest were, lê derket tişta ku jê re tê gotin hevbeşî li Iraqê 
 
nemaye.
 
Dr. Mehmûd Ehmed Alîkarê Emîndarê Gitî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji malpera 
 
KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê cih ji baweriyê re nehiştiye û şeraketek nemaye 
 
ku xelkê Kurdistanê dilê wan pê xweş bibe û mafê me tê xwarin.”
 
Ehmed wiha got: “Me ji destpêkê de ji wan re gotiye ku eger hûn pêbendî destûr û 
 
şeraketê û demokrasiyê û lihevkirina siyasî bin, emê jê ligel we kar bikin, lê dema ku hûn 
 
pêbend nebin, wê demê mafê me jî heye ku em parêzgariyê li maf û destkeftên xwe 
 
bikin bo parastina emin û asayişa Kurdistanê.”
 
Alîkarê Emîndarê Gitî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê wiha domand: “Li Iraqê ne tenê 
 
şeraket nemaye, lê belê her nebû, lê me digot emê ligel wan kar bikin û bila gotinên 
 
welatan neyên ser me. Piştî rûxandina rêjîma berê em bi temamî ji Iraqê cuda bibûn, lê 
 
em bi kêfa xwe çûn Bexdayê û me kar ligel wan kir.”

Nûçeyên têkildar