Serok Barzanî bo derçûyên Akademiya Zaxo: Hêviya me bi we ye

Zaxo-KDP.info- Di merasima derçûna xula 201ê ya pêşmergeyên jin ji Akademiya Leşkerî ya Zaxo, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Kurdistanê ji wan derçûyan re got, hêviya me bi we ye. Li tenişt birayên xwe xebatê bikin û qehremaniya xwe nîşanî cîhanê bidin.
Îro Çarşemê li Zaxo Serok Barzanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Kurdistanê beşdarî merasima derçûna jinên Pêşmerge bû, ku wan pêşmergeyan pileya mulazim duyem bi serkeftî temam kirin û di gotarekê de jibilî pîrozkirinê li keçên Kurdistanê ragihand: Hêviya me bi we ye. Li tenişt birayên xwe xebatê bikin û qehremaniya xwe nîşanî cîhanê bidin.
Serok Barzanî di gotara xwe de behsa dîroka damezrandina vê akadîmiyê kir û got Zaxo hêjayî hemû xizmetekê ye. Dema me cihê vê akadîmiyê li Zaxo hilbijart, me biryarek di cihê xwe de da.
Derokê Herêma Kurdistanê herwiha ragihand, dema welat dikeve ber metirsiya terorîstan, kur û keçên me canê xwe dikin qurbanî ax û niştiman û îro me ji cîhanê re jî piştrast kir ku em sembola berxwedan û şikandina estureya DAIŞê bûne.
Serok Barzanî wiha ji wan pêşmergeyên jin re got: “Rast e hûn salekê westiyan, lê niha hûn radijên berhema keda xwe û hêvîdar im ku hûn li tenişta birayên xwe yên Pêşmerge axa xwe biparêzin û helbet li eniyên şer cudahî di navbera we û birayên we de tune ye û hêvî dikim keçên din jî vê riya we bigirin.”
Di wê gotarê de Serok Barzanî ragihand: “Herwiha ez silavan ji canê pak ê şehîdên Kurdistanê re dişînim û di 69yemîn salvegera şehîdbûna Qazî Mihemed de dibêjim, ew ala ku ted a destê me, dê her bilind û serberz bimîne.”




