“Îran dixwaze destê xwe deyne ser Şingal û Mûsilê..PKK beşek e ji Heşda Şeibî”
__2016_03_29_h16m51s5__HK.jpg)
Ajans-KDP.info- Malpera Cîruselam Online di raporekê de dibêje,
Îran dixwaze bi mebesta lawazkirina Herêma Kurdistanê, bi rêya
PKKê destê xwe deyne ser Mûsil û Çiyayê Şingalê.
Ew navçeya ku berê Sedam Hisên bo lêdana Îsraîl bikar tanî, ku
Çiyayê Şingalê ye, niha Îran dixwaze wê navçeyê bike navendeke
xwe û bibe gefeke cidî li ser ewlehiya Îsraîl.
Raçêl Evraham di rapora xwe de li ser zarê çavkaniyên Cîrulselam
Online li nava Iraqê amaje bi wê yekê kiriye ku Çiyayê Şingalê pir
girîng e bo Îranê û hikûmeta Iraqê. Ji ber ku cihek e ku ji çandiniyê
re baş e û ji wir deverek berfireh tê kontrolkirin.
Di raporê de hatiye ku niha beşê mezin ji Çiyayê Şingalê di bin
destê Pêşmergeyên Kurdistanê ye ku ew di bin fermandehiya
Mesûd Barzanî de ne û ligel welatên rojava dost in.
Heman çavkaniyê hişyarî da ku eger Îran wî çiyayî kontrol bike, dê
Îran bi Sûriye ve bê girêdan û Tehran dê bikaribe çekan û
alîkariyên darayî ji Beşar Esed re bişîne. Ew yek jî bandoreke
nerênî dike ser Îsraîl, lê eger kontrola Çiyayê Şingalê di bin destê
Pêşmerge de bimîne dê Îsraîl parastî bimîne.
Di berdewamiya raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku
Hikûmeta Iraqê pere û mûçeyê dide PKKê lê para Pêşmerge nade
û herwiha nêta wê hikûmetê eşkere kiriye ku dixwaze Hêzên
Pêşmerge kontrola wê navçeyê jidest bidin.
Herwiha ew rapor dibêje: “Îran pir bi cidî li dijî serxwebûna
Kurdistanê kar dike û hewla lawazkirina aboriya navçeyê dide, ew
jî bi kişandina sermaguzarên navxwe bo Îranê û herwiha
piştevaniya karê medyayî li dijî Barzanî û Kurdistanê dike.”
Li gorî wê çavkaniya nava raporê, “PKKê dijayetiya kurdan dike bo
alîkariya Îranê. Di 21 Adarê de 2 Pêşmerge û 3 êzdiyên sivîl kuştin
ji ber ku di Newrozê de ala Kurdistanê bi ser otomobîla xwe
vekiribûn. PKK li dijî ala Kurdistanê ye û li navçeyên bin destê xwe
bilindkirina ala Kurdistanê qedexe kirine. PKK wek beşek ji
çekdarên Heşda Şeibî ne, ku hêzeke şîeyan e. PKK 600 gerîla bo
operasyonekê amade kirine û ew jî beşek in ji Heşda Şeibî û
Heyder Ebadî pereyan dide wan û wek milîsên Îranê tên naskirin û
Ebadî dixwaze wan bo lawazkirina Herêma Kurdistanê bikar bîne.
Hêzên sunî naxwazin PKK di şerê Mûsilê de beşdar be û dixwazin
Hêzên Pêşmerge beşdar bin.”




