Cemal Koçer: Nabe ji ber pirsgirêkên navxweyî em li Bexda jihev dûr bikevin

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterê Iraqê yê kurd Cemal Koçer ragihand ku wan
biryar daye ku nehêlin pirsgirêkên navxweyî Herêma Kurdistanê bandorê li
ser helwesta kurdan li Bexdayê hebe û pêwîst e hemû yekrêz û yekdeng û
hevhelwêst bin.
Parlemanterê Yekgirtûya Îslamî Cemal Koçer ji malpera KDP.info re
ragihand: “Çaksaziya Heyder Ebadî çend tiştan li xwe digire, wek derbasbûn
ji vê kirîza darayî, Ebadî neçar pereyan peyda bike û divê jiyana xelkê xweş
bike.”
Koçer wiha got: “Frakisyonên kurdistanî hemû yek helwêst in li ser pirsa
beşdarîkirin yan nekirina kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de û bi ti awayî jî
qebûl nakin ku ji derveyî frakisyonên Kurdistanî ti kes bi navê kurdan bibin
wezîr di hikûmetê de.”
Parlemanterê Iraqê yê kurd Cemal Koçer ragihand ku wan biryar daye ku
nehêlin pirsgirêkên navxweyî Herêma Kurdistanê bandorê li ser helwesta
kurdan li Bexdayê hebe û pêwîst e hemû yekrêz û yekdeng û hevhelwêst
bin.




