26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge rewşa Xurmatû aram kiriye

Çavkanî: KDP.info

Xurmatû-KDP.info- Berpirsê Asayişa Xurmatû ragihand ku ji dema ku Hêzên Pêşmerge hatine Xurmatû aramî vegeriya ye navçeyê û ti pirsirêk lê nemane.

Raîd Farûq Ehmed Berpirsê Asayîşa Xurmatû ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku Hêzên Pêşmerge hatine Xurmatû, ji ber ku berê hinek alozî lê hebûn, lê niha dengê guleyan lê nemaye û ti pirsgirêkek rû nedaye û rewş aram e.”

Farûq Ehmed wiha got: “Xelkê Xurmatû bi hatina hêzên Pêşmerge pir dilxweş in ji ber ku bi saya wan tevlihevî li bajêr nemaye.”
 

Nûçeyên têkildar