26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Fedraliya PYDê heman awayê kantonan e”

Çavkanî: KDP.info
Rojava-KDP.info- Endamekî Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê 
 
ragihand ku federalî ji aliyê PYDê ve propagenda ye û tişta ku niha hatiye 
 
ragihandin heman awayê kantonan e û jê ne zêdetir e, ji ber ku fedralî bi 
 
hemû xelkê Sûriyê û bi guhertina desturê welat dibe, ne bi biryara aliyekî û 
 
çend kesan, ku rûnên û bêjin me fedralî ragihand.
 
Newaf Reşîd Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ji malpera 
 
KDP.info re ragihand: “Ragihandina fedraliyetê ji aliyê PYDê ve bi bê 
 
beşdariya aliyên din nabe, ji ber ku fedralî ji aliyê hemû xelkê Sûriyê ve û 
 
herwiha bi guhertina destura welat dibe, ne bi biryara aliyekî û çend kesî 
 
yan çend partî runên û bêjin me fedralî ragihand, ji ber ku ev pêngav tenê 
 
propagenda ye, ji ber ku ENKSê biryar bû ligel opozisyona Sûriyê wê yekê 
 
gotûbêj kiriba.”
 
Newaf Reşîd wiha got: “Di rêkeftina duyem a Hewlêrê de bi serperiştiya 
 
Serok Barzanî û bi amadebûna Leyla Zana û Osman Baydemîr, ku rêkeftin 
 
hat kirin bo Cenêv 2, lê mixabin roja din PYDê çû Kanton ragihandin û îro jî 
 
ku Cenêv 3 heye dîsa PYDê bi tek alî fedraliyê radighîne û guman tê de tune 
 
ye fedralî îtîraf jê re divê û pêwîst e bi riya destur û rêkeftinê ye, lê tişta ku 
 
PYDê ragihandiye, tenê mîna kantonan e û ne zêdetir e.”

Nûçeyên têkildar