26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Times: Êzdî û xristiyan tên jenosîdkirin

Çavkanî: KDP.info
London-KDP.info- Rojnameya Times a Brîtanî belav kiriye ku piştî 
 
rûxandina rêjîma Sedam Husên, zêdetirî milyonek xristyanên Iraqê 
 
neçar bûn ku bo parastina rihê xwe berê xwe bidin Ewropa û êzdî 
 
rastî jenosîdê bûne.
 
Di sergotara wê rojnameyê de hatiye ku xristiyan di bajar û gundê 
 
xwe yên ku bi hezaran sal tê de dijyan, rastî kuştin û revandin û 
 
destdirêjiyê dibin û êdî sedemek bo mana wan li Rojhilata Navîn 
 
nemaye.
 
Herwiha tê de hatiye ku zêdetirî milyonek xristiyan ji Iraqê 
 
reviyane, bi taybetî piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û amaje 
 
bi wê yekê jî dike ku xristiyan rastî êrişeke berfireh bûne.
 
Di beşeke din a wê gotarê de, Times amaje bi tundutîjiyên li dijî 
 
êzdiyan kiriye û daxwaz kiriye desthilatên navçeyê zêdetir alîkariya 
 
xristiyanan û êzdiyan bikin û bi hewara wan ve biçin.

Nûçeyên têkildar