Elî Ewnî: Bila YBŞê biçe gundê Cemîl Bayîk rizgar bike

Şingal-KDP.info- Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku wek balekî
çekdarî ser bi PKKê ve ye, eşkere kir ku ew ligel Hikûmeta Iraqê hevpeyman
in û di şerê rizgarkirina Mûsilê de beşdar in. Endamekî Serkirdatiya PDKê jî
dibêje, li şûna ku YBŞê Mûsilê rizgar bike, bila biçe gundê Cemîl Bayîk rizgar
bike.
Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Rêkeftina YBŞê ango PKKê ligel Bexdayê modêleke nû ya caşîtiyê ye ku li
derveyî îradeya welatiyên Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçin
û xwe dikin ser bi Bexdayê ve. Herwiha ew partiyek in ku cihê wan Bakurê
Kurdistanê ye. Eger ew hêza wan heye ku Mûsilê rizgar bikin, bila biçin li
şûna Mûsil û Cizîr û Silopî û Mêrdîn û cihên din rizgar bikin. Bila biçin gundê
Cemîl Bayîk rizgar bikin.”
Ewnî wiha got: “Lîstikeke navdewletî li ser Herêma Kurdistanê tê kirin. Ew
girêdayî bernameyekî mezin in û ligel hinek welatên navçeyê dixwazin li
Şingalê guvaşê bixin ser Hikûmeta Kurdistanê, ku em hemû dizanin
Kurdistan pêngavan ber bi serxwebûnê ve diçe û dixwazin Hikûmeta
Kurdistanê li şûna ku mijûlî serxwebûna Kurdistanê be, bi nakokiyên kurd û
kurdan ve dakeve. Bêguman ew lîstika ku Hikûmeta Iraqê dike rêjîma Beis jî
dikir, lewna bawer nakim serkeftinê bi dest bixin. Herwiha YBŞ jî jibilî
ziyanê, ti sûdekê nagihîne Hikûmeta Kurdistanê.”
Elî Ewnî wiha domand: “Eger ew çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin
pêwîst e pêwendiyên xwe ligel Hikûmeta Iraqê qut bikin û her pêwendiyek
ligel Bexdayê ne bi riya Hikûmeta Kurdistanê de be, wek xiyanet tê dîtin.
Lewma ew û hemû welatên dagîrker nikarin rê li pêşiya serxwebûna
Kurdistanê bigirin, ji ber ku xelkê Kurdistanê li ser biryara xwe berdewam




