Fermangeha Nasnameya Niştimanî li Hewlêrê hat vekirin

Hewlêr-KDP.info- Li Başûrê Kurdistanê yekemîn navenda dayîna
“Nasnameya Niştimanî” hat vekirin. Ji sibê ve dest bi prosedûra dayîna wê
nasnameyê tê kirin.
Îro li paytext Hewlêrê, yekemîn fermangeha dayîna nasnameya niştimanî
hat vekirin. Di merasîma vekirina wê navendê de, Wezîrê Navxwe Kerîm
Şingalî, alîkarê Wezîrê Navxwe yê Iraqê û komek rayedarên Kurdistan û
Iraqê beşdar bûn.
Derheqê çawaniya dayîna nasnameya niştimanî de, Berpirsa Tomarkirina
Dataya Nasnameya Niştimanî Jiyan Telet ji malpera KDP.info re ragihand,
nasnameya niştimanî ku mîna kartekê ye, dê bibe alternatîfa nasnameya
giştî û Karta Zanyariyê (nasnameyek e ku tê de agahiyên her kesî hatiye
tomarkirin).
Jiyan Telet da zanîn ku dê ji sibê ve dest bi dayîna nasnameya niştimanî
bikin.




