26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS: Her ziyanek bigihê endamên me, PYDê berpirsyar e

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Komîteya Navendî ya PDK-Sê dibêje, PYDê destê xwe daniye ser hemû aliyên leşkerî û aiyasî yên Rojavayê Kurdistanê û dixwaze bi hêza çavsoriyê û gefan meydanê ji xwe re dagîr bike.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê bi awayekî nû dest bi gefxwarinê li dijî aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî ENKSê kiriye, ku xwedê giravî îmzeyan kom dike bo dadgehkirina serkirdeyên ENKSê, bi awayekî ku ew li Rojavayê Kurdistanê hakim û dadwer bin û xelkên din tawanbar bin, ku ev lozîk ji derveyî Rojavayê Kurdistanê bi ser PYDê de tê ferizkirin û ew jî bi ser aliyên siyasî de feriz dike, wek ku îsal PYDê agirê Newrozê kir çarçoveyeke siyasî û Newroz xist berjewendiya yek partiyê de û rê neda xelkê ku wê cejnê pîroz bikin.”

Wî endamê komîteya navendî ya PDK-S wiha got: “Em hemû aliyan agahdar dikin ku her ziyanek bigihê endam û alîgirên me, PYDê berpirsyar e û divê berpirsyariya wê helgire.”

Nûçeyên têkildar