26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Nisêbînê şer didome..Eefserek û polîsek hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li naçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şer û pevçûn û topbaran

didomin û herî dawî polîsek û efserekî Tirkiyê hatin kuştin.

 

Îro danê sibê di operasyoneke hevbeş a polîs û cendermeyan de efserê bi

navê Vedat Aykut (28) bi fîşeka nîşangirên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS)

birîndar bû û li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

 

Li taxeke din a Nisêbînê jî di dema operasyonê de bombeyeke ku berê

hatibû danîn, hat teqandin û polîsê bi navê Coşkun Nazîllî (40) bi giranî

birîndar bû lê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê mir.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, hêzên dewleta Tirk bi tank û topan hinek

cihên bajêr topbaran dikin û carcar dengê teqîn û çekan jî tê bihîstin.

Li bajarokê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê, ji 14 Adarê ve derketina derve

qedexe ye û operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê jî bi hinceta rakirina

berbest û tejîkirina xendeqan didomin.

Nûçeyên têkildar