26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Artêşa Sûriyê Tedmur ji destê DAIŞê derxist

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Artêşa Sûriyê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsyayê, bajarê

dîrokî yê Tedmurê (Palmîra) ji destê DAIŞê derxist. 

 

Bajarê dîrokî yê Tedmurê, ku wek Palmîra jî tê binavkirin, piştî salekê, ji

aliyê hêzên Sûriyê, milîsên Hizbullaha Libnanê û bi alîkariya balafirên Rûsya

ji destê DAIŞê hat derxistin. 

 

Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye,

ragihand, piştî şerekî giran û mezin, artêşa Sûriyê bajarê Tedmurê, ku meha

Gulana par ketibû destê DAIŞê, bi temamî azad kir. 

Li gorî agahiyên wê saziya Sûrî, di şerê Tedmurê de zêdetirî 400 çekdarên

DAIŞê û 180 leşkerên Sûrî hatin kuştin. 

Çekdarên DAIŞê beşek mezin ji bajarê dîrokî yê Tedmurê teqandibûn û

gellek tiştên kevnar ên bajêr jî şikandibûn yan jî firotibûn.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê yên ji şerê Tedmurê filitîne, berê xwe dane

Reqa û Dêrezorê.

Nûçeyên têkildar