Mexmûr- Artêşa Iraqê bi bawerî şer nake..Tenê ziyanan dibînin

Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, Artêşa Iraqê jibilî
ziyanê, ti serkeftinek bidest neaniye û hatiye şikandin ji ber ku ne bi bawerî
şer dikin, eger ew çek û teqemeniyên wan di destê Hêzên Pêşmerge de
bana, dê bi tenê karîbana heta bi dûriyana Geyare jî kontrol kiribana.
\
Cemal Mortke Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê ji malpera
KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge di wê operasyona ku li sînorê
Mexmûrê dest pê kiriye, ne beşdar e û tenê çavdêriyê dike û çeperên xwe
qayîm dike, lê ez bawer nakim Artêşa Iraqê bi vî awayî bikaribe ti serkeftinê
bidest bîne û tenê ziyan û şikestinê dibîne, ji ber ku ew bi bawerî şer nakin û
tenê bo berjewendiya kesî hatine.”
Mortike wiha got: “Artêşa Iraqê ji 2 aliyan ve dest bi operasyonê kirine û li
aliyê Nesir ti pêşdeçûn bidest neanîne û tenê ziyan dîtine û ji aliyekî din ve 2
gund berê hêzên Pêşmerge kontrol kiribûn û piştre jê derketibûn û DAIŞ tê
de nemabû, lewma wan kontrol kirin û tê gotin ji gunekî derketin û Artêşa
Iraqê gelek ziyan dîtine û kuştî û birîndarên wan gelek in, ku fermandar di
nava wan de hene.”




