26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ki-moon: Civaka navdewletî piştevanî hewlên Serok Barzanî ye..Serkeftina Kurdistanê hemû cîhan matmayî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Rêxistina

Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon kir û di wê hvdîtinê de şanda mêvan

ragihand ku civaka navdewletî piştevanî hewlên Serok Barzanî ye ji ber ku

serkeftina Kurdistanê hemû cîhan matmayî kir.

 

Roja şemî 26.03.2016 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma

Kurdistanê pêşwaziya Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên

Yekgirtî û şandekî li gel kir ku ji Cîm Yung Kîm Serokê Banka Cîhanî û Ehmed

Elî Serokê Banka Geşepêdana Îslamî û Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û hejmarek

şêwirmend û berpirsên Neteweyên Yekgirtî û Banka Cîhanî û Banka

Geşepêdana Îslamî pêkhatibûn.

 

Li hevdîtinê de Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Sekreterê Giştî yê

Neteweyên Yekgirtî û Serokê Banka Cîhanî û Serokê Banka Geşepêdana

Îslamî û şanda li gel kir û hatina wê şanda bilinda civaka navdewletî ya

Herêma Kurdistanê bi pir girîng û cihê hêvî ya gelê Kurdistanê wesif kir.

Serok Barzanî li gotarek da behsa qurbanîdana gelê Kurdistanê ya li şerê dijî

terorîstan kir û wê yekê jî xisterû ku ji bilî şerekî giran, Kurdistan rûbirûyê

tehdîda qeyrana darayî bûye û sedan hezar koçberan jî hewandiye û ji bilî

wê balkişand li ser sedemên qeyrana darayî û eve jî behs kir ku heta niha

hîç aliyek li rûyê darayî ve hevkariya Kurdistanê nekiriye û Hikûmeta Iraqê jî

kar bi pabendbûnên xwe ve yên li yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya ji bo

hewandina koçberan nekiriye.

 

Di beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser bernameya

çaksaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihand ku Hikûmeta Herêma

Kurdistanê pabendî hemû pêver û wan bingehan dibê ku ji bo çaksaziyê

pêwîstin.

 

Serok Barzanî eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku pêwîste civaka navdewletî

li hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de wê yekê ber çav bigre ku beşa

zêdetirê giraniya şerê teror û têçûna penaber û koçberan ber Herêma

Kurdistanê ketiye. Daxwaz jî kir ku li serxistina proseya çaksazî û

derbasbûna qeyrana aborî rêxistina Neteweyên Yekgirtî û saziyên cîhanî

rênuwênî û şîretên pêwîst pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

 

Her li vê hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî

xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtinê û serdana Herêma Kurdistanê

nîşan da û pîrozbahiya cejna Newrozê jî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê

kir û ragihand ku li gel şanda xwe ji bo nîşandana palpiştî û hevsoziya gelê

Kurdistanê hatiye û pesnê serkirdayetîkirina Serok Barzanî û azayetî û

qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan kir û

tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge navekî naskiriye li asta cîhanê da ku li hêla

yekema parastina cîhane li hereşeya terorê û balkişand li ser wê yekê ku

cîhan agahdarî wan tehdîdane ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye û bi

Serok Barzanî ragihand ku serkeftina we ya li vê şerê da û li rewşeke dijwar

ya aborî cihê sersamiya hemû cîhane.

 

Her wiha spasiya gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku

mil dane ber hewandina sedan hezar koçber û lêqewiyan. Sekreterê Giştî yê

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî sersamiya xwe ya serkirdayetîkirina Serok

Barzanî ragihand û wê yekê dûpat kir ku civaka navdewletî palpiştiya

hewlên Serok Barzanî ya pêkanîna aştî û aramiyê dike.

 

Her li vê hevdîtinê de Serokê Banka Cîhanî Serok Barzanî ji hewlên Banka

Cîhanî ya yarmetîdana Herêma Kurdistanê agahdar kir û rizamendiya xwe jî

li ser bernameya çaksazî û ciddîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li vî

derbarî de nîşanda û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêjayî

eweye cîhan piştevanê wê bê. Her wiha li beşekî dinê civînê de Serokê

Banka Geşepêdana Îslamî li gotarek de tekez li ser hevsozî û peroşiya Banka

Geşepêdana Îslamî ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ji bo ewe hatiye

ku li gel Banka Cîhanî da yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li

serxistina çaksazî û yarmetîdana koçberan û her wiha hevkarîkirina

vegerandina jiyanê ya navçeyên azadkiriyan bidin.

Di dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî Sekreterê Giştî yê Rêxistina

Neteweyên Yekgirtî wekî dostekî mezinê gelê Kurdistanê wesif kir û spasiya

hewl û keda tîmên ser bi Neteweyên Yekgirtî kir ku li Kurdistanê da çalakin.

Li vê civînê de Serokê Hikûmet û Cîgirê Serokê Hikûmet û Şêwirmendê

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge

bi wekalet û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê û Wezîrê Plandanan û

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêmê û Peyvdarê Hikûmeta

Herêma Kurdistanê amade bûn.

Nûçeyên têkildar