26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hizra tundrewî nikare derzekê bixe nav pêkhatên Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyamekê de cejna Qiyameya Hezretî

Mesîh (S.X.L) li xuşk û birayên Mesîhiyan pîroz kir û tê de ragihand ku hizra

tundrewî û terorê bi tu awayekî nikarê wê kultûrê lawaz bike û derz li nav

pêkhatên Kurdistanê de dirust bike.

 

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê Li ser bê

(S.X.L)), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û

Iraq û seranserê cîhanê dikim.

 

Spas ji bo xwedayê mezin gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve

xwediyê çand û kultûra dewlemend û mirovparêzaneya pêkvejiyan û

aştîxwaze ku rayên wê li dîrokê heye û hizra tundrewî û terorê bi tu awayekî

nikarê wê kultûrê lawaz bike û derz li nav pêkhatên Kurdistanê de dirust

bike.

Li vê helkefta pîroz da carekî din dûpat dikim ku em hemû li welatê xwe da

yan pêkve dimrîn yan bi serbilindî pêkve dijîn. Terorîstên dijminê xweda û

mirovayetiyê li ser destê Pêşmerge tûşî şikestê hatine û xuşk û birayên me

yên Mesîhî bi serbilindî vedigerin navçeyên xwe û pêwîste li piştî ji navçûna

terorîstan rêwşuwênî û baweriyeke wiha bi xuşk û birayên me yên Mesîhî û

pêkhatên din bê dayîn ku bikarin bi bextewerî û aştiyê de bijîn û êdî karesat

dûbare nebin.

 

Xuşk û bira û hemwelatiyên Mesîhiyên Kurdistanê jî ji wê yekê dilniya dikim

ku li hemû rewşek da li sayeya kultûra pêkvejiyana Kurdistanê wekî

pêkhatên din bi wekheviyê de jiyana xwe bi ser dibin û asayîş û keramet û

mafên wan parastiye.

 

Carekî din pîrozbahiya vê cejnê li we dikim û hêvîxwazim aştî li ser navçeya

me û hemû cîhanê da vekêşe.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

27.03.2016

Nûçeyên têkildar