“Referandum û mafê çarenivîsiyê ji hemû nakokiyan mezintir e”

Hewlêr-KDP.info- Endamekî perlemantoya Kurdistanê dibêje,
mijara referandumê û mafê çarenivîsiyê ji hemû nakokiyan
mezintir e û pêwîst e aliyên siyasî pirsgirêkên xwe bidin aliyekî.
Perlemanterê PDKê yê Kurdistanê Dr. Firset Sofî ji malpera
KDP.info re ragihand: “Mijara rapirsiyê û mafê çarenivîsiyê ji hemû
nakokiyan mezintir e û madem ev pirs hatiye pêşî divê pirs û
nakokiyên navxweyî bên birîn û aliyên siyasî niha û bilez bihevre
rûnên û nakokiyên xwe kêm bikin û parlemantoya Kurdistanê
çalak bikin û pêşniyarqanûna rapirsiyê bipejirînin.”
Dr. Ferset Sofî wiha got: “Bo pirsa referandumê pêşniyarqanûn
heye, lê hêj bi fermî nehatiye pêşkêşkirin.”




