26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Emê kar bikin ku geştyarî bikeve şûna petrol

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Konfiransa nêvdewletî ya geştîyarî, bi beşdariya 500 şîrketan, li Hewlêrê dest bi karên xwe kir. Di gotara xwe de, li destpêka vekirina konfiransê de, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand: Em kerta Geştyarîyê, dê bikin derazînkeka din bo bihêzkirina jêrxana aborîya Herêma Kurdistanê.

 

Konfiransa nêvdewletî ya geştîyarî, bi beşdariya 500 şîrketan, li Hewlêrê dest bi karên xwe kir. Di gotara xwe de, li destpêka vekirina konfiransê de, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand: Em kerta Geştyarîyê, dê bikin derazînkeka din bo bihêzkirina jêrxana aborîya Herêma Kurdistanê.

 

Di gotarekê de li merasîma destpêkirina konfiransa nêvdewletî ya geştîyarîyê, Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand: Em kerta geştyarîyê dê bikin derazîneka din a ji bo bihêzkirina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê, giringîdan bi kerta geştyarîyê, pêşxistina alîyê çandî ya geştîyariyê ye.

 

Di beşek din a gotara xwe de serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, got: Em dê kar bikin ji bo ku kerta geştyarîyê şûna petrolê bigire, daxazê ji weberhêneran û kompanyayan dikim giringîyê bi vejiyandina kerta geştyarîyê bidin.

 

Nêçîrvan Barzanî amaje  bi wê yekê kir: Herêma Kurdistanê ji rûyê geştyarîyê ve, cîhekî guncawe û siruşteka ciwan heye û xelkê mêvandosta  Herêma Kurdistanê jî, bandora xwe heye li ser hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar