Serok Barzanî û Nunerê Obama behsa aloziya di navbera Tirkiye û PKKê û fedrasyona Sûriyê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê ligel nunerê Obama bo karûbarê hevpeymaniya cîhanî civiya û di wê hevdîtinê de behsa aloziya di navbera Tirkiye û PKKê û fedrasyona Sûriyê kirin û hêzên pêşmerge kirin.
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê bo karûbarê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê Breet MecGurk û heyeteke pê re kir ku ji her du Balyozên Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê û herwiha hijmarek Fermandar û berpirsên leşkerî yên artêşa Amerîkayê ên li Îraqê.
Di civînê de ku Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê, wezîrê navxwe û berpirsê têkiliyên derve yên PDKê jî tê de amade bûn, MecGurk behsa hewldanên Amerîkayê yên bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge kir û derbarê çawetiya gehandina hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge zaniyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa amadekariyên destpê kirina operasiyona azad kirina Mûsilê bi beşdariya hêzên pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevalbend hate kirin û tekez li ser girîngiya hebûna lihev kirineke siyasî di navbera Kurdistan û Îraqê de bo qonaxa piştî azad kirina Mûsilê hate kirin daku rê li pêşiya serhildana kêşe, îdare kirin û parastina deverên azad kirî were girtin.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa Sûriya, pêşeroja vê welatî, modela fedralîzimê bo Sûriyayê û herwiha aloziyên navbera PKK û Tirkiyeyê û herwiha metirsiya kûrtir bûna wan aloziyan jî hate kirin.




