Xweferizkirina PYDê heta serî naçe

Hewlêr-KDP.info- Endamekî serkirdatiya PDK-Sê dibêje, PYDê bo ku
siyaseta xwe bi ser xelkê de feriz bike, çi ji destê wê bê di ragihandinê û
hêza leşkerî de dike. Herwiha da zanîn ku xweferizkirina PYDê heta serî
naçe.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê bi çek û hêzê xwe bi
ser Rojavayê Kurdistanê feriz kiriye, lewma siyasetekî pi metirsîdar bikar
tîne û bo sergirtina siyaseta xwe çi ji destê wê bê di ragihandinê de û bi
hêza çekdarî dike û guh nade ti kesî, ji ber ku azadî li cem wan tenê
berjewendiya PYDê ye, jibilî wê jî ti xwefiroş e û ne niştimanperwer e.”
Azîzî wiha got: “Zihniyeta PYDê ji zû de li Rojavayê Kurdistanê hatiye
redkirin û nikare bi wê eqliyetê û bi wê hêza çekdarî bimîne, ji ber ku di
dawiyê de îradeya xelkê Rojava dê bi ser îradeya çek û hêzê keve.”
Wî serkirdeyê PDK-Sê amaje bi wê yekê kir ku, PYDê bi awayekî pir xerab û
nexwazraw dijayetiya ezmûna Başûrê Kurdistanê dike.




