26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parkeka giştî û Kornîşekê guzarî li ser xabîrê Zaxo hatne vekirin

Çavkanî: KDP.info

Bi berhevbûna Temer Remezan parêzgerê Dihokê û Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Xelîl Mehmûd qaîmeqamê qeza Zaxo û hijmareka rêveberên giştî yên parêzgeha Dihokê û rêveberên dam û dezayên hikûmî û hizbî yên Zaxo, parkeka giştî û kornîşekê guzarî li ser xabîrê Zaxo hatine vekirin.

 

Seyfedîn hacî berpirsê ragehandina qaymeqamiya Zaxo bo saytê PDKzaxo xoyakir ku parkeka giştî ya modern li pîşesaziya kevin û kurnîşekê guzarî li ser xabîrê Zaxo hatine ji layê parêzgerê Dihokê ve ku kujmeyê têçûyî bo herdû pirojeyan pitir ji 8 milîar dînaran bûn û got: " Temer Remezan di peyvekê de li ser pirojeyê navhatî hêvî xwest ku ev herdû parke xizmeta xelkê deverê û kertê giştiyarî bikin û paşî pilan û bernamê hikûmetê bo pêşvebirin û giringî dan bivê kertî ruhnkir

Nûçeyên têkildar