Aydin Meirûf: PKK xwe bi ser xelkên sivîl de feriz kiriye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona Bereya Tirkmanî ya Parlementoya Kurdistanê Aydin Meirûf rexneyê li siyaseta PKKê digre û dibêje, ew girûpek e ku xwe bi ser xelkên sivîl û bêguneh feriz kiriye û niha jî bo berjewendiya welatên mezin şerekî bi wekalet dike.
Aydin Meirûf Serokê Frakisyona Bereya Tirkmanî ya Parlementoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku niha li Tirkiyê diqewime, nayê qebûlkirin û nabe teqîn bên kirin û welatiyên sivîl bibin qurbanî, herwiha di dema ku şer û pevçûn li nava bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dike û li wir jî her welatiyên sivîl dibin qurbanî.”
Meirûf wiha got: “Tê bîra me beriya demekê Serok Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi eşkere ragihand ku jibilî aştiyê, ti bijardeyekî din vê rewşê çareser nake, lewma eger aştî jidest çû yên din jî jidest diçin û tişta ku Serok Barzanî wek metirsî binav kir îro pêk hat û em dibînin çi li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diqewime.”
Serokê Frakisyona Bereya Tirkmanî ya Parlementoya Kurdistanê wiha domand: “Ji zû de Tirkiye û aliyên kurdî jî baş têgiheştine ku tişta Serok Barzanî behsa wê kirie derbarê pirsa kurdî li Tirkiyê, ti bedîla wê tune ye, lewma pêwîst e PKKê dest ji wê siyaseta xwe berde û nabe girûpeke biçûk destê xwe deyne ser sivîlan, ku mixabin wî karî bo berjewendiya welatan dike û li şûna wan şer dike.”




