“Heta PKK li wan navçeyên Başûr be dê bombebaran berdewam be”

Zargelê-KDP.info- Balafirên şer ên Tirkiyê herdu gundên Bokrîskan û Zargelê bombebaran kirin û ji ber wê bombebaranê kareba li ser welatiyên wê deverê hat qutkirin û gelek ziyanên madî gihîştin wan herdu gundan.
Rêveberê Nakiyeya Wertê ya ser bi Rewandiz ve Saman Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din balafirên Tirkiyê herdu gundên Zargelê û Bokrîskan yên quntara Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin û baş bû ku ti ziyanên canî derneketin, lê gelek ziyanên madî li wan herdu gundan hene û kareba ji ser xelkê qut bûye.”
Saman Mihemed wiha got: “Tirs û xofeke mezin ji ber wan bombebaranan ketiye nav xelkê navçeyê, ji ber ku dema PKKê li navçeyê be xelk hest bi aramiyê nakin, ji ber ku rojane ew balafir li navendên PKKê li wan gundan didin û heta PKK li wan navçeyên Başûr be dê bombebaran berdewam be.”




