26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şer û qedexe li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dest pê kir

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û navçeya Geverê ya Colemêrgê qedexeya derketina derve û operasiyonên leşkerî li dijî çekdarên PKKê dest pê kir. Piştî Gever û Nisêbînê, li bajarê Şirnexê jî fermana qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Şeva borî saet 22:00, qedexeya derketina derve li Geverê dest pê kir. Li navçeya Nisêbînê jî nîvê şevê dest pê kir.

Li Geverê, duh beriya ku qedexe dest pê bike hinek taxên ku tên texmînkirin çekdarên PKKê tê de bicîh bûne, hatin topbarankirin. Dora Geverê bi tank û topan hatiye girtin.

Tê gotin ku tenê çend malbat li Geverê mane, yên din hemû ji bajêr derketine û çûne bajar û navçeyên derdora Geverê.

Navçeya Nisêbînê jî hatiye dorpêçkirin û bi hezaran leşker derbasî nav bajêr bûne. Heta niha nayê zanîn li wir çi diqewime.

Piştî Gever û Nisêbînê, Walîtiya Şirnexê eşkere kir ku qedexeya derketina derve dê îşev saet 23:00 bi dema Amedê dest pê bike.

Di daxuyaniya walîtiyê de hatiye gotin ku qedexe ji bo “rakirina barîkatan û tijîkirina xendeqên nav bajêr” hatiye ragihandin.
 

Nûçeyên têkildar