26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Radyo Zemane: Sînorên nû bo Rojhilata Navîn birêve ne

Çavkanî: KDP.info
 
Tehran-KDP.info- Malpera Radyoya Zemane raporek li ser damezrandina 
 
dewleta serbixwe ya Kurdistanê belav kiriye û dibêje Serokê Herêma 
 
Kurdistanê  bi eşkere behsa referandum û serxwebûna Kurdistanê kiriye û li 
 
gorî zanyariyan zêdetirî 32 welatan jî dê îtîrafê pê bikin.
 
Radyoya Zemane dibêje: “Tevî hebûna DAIŞê û kirîza darayî li Herêma 
 
Kurdistanê, lê niha baştirîn dem e bo ragihandina dewleta serbixwe ya 
 
Kurdistanê, ji ber ku Iraq bi awayekî praktîkî perçe bûye.”
 
Wê radyoyê bo derxistina wêneyê rastî yê Iraqê behsa gotina Mihemedê 
 
Hacî Mehmûd dike, ku gotibû Iraq tenê ji asman yek perçeyî maye û li ser 
 
erdê perçr bûye.
 
Artêşa Iraqê di şerê DAIŞê pir lawaztir e ji Hêzên Pêşmerge û rojane em 
 
dibhêzîin ku teqîn li Bexda û navçeyên din çêdibin, lê di heman demê de ev 
 
bûye li Kurdistanê pir kêm in.
 
Radyoya Zemane dibêje niha nema wek berê ye û heta radeyekê 
 
parlemanter û siyasetmedarên Iraqê cudabûna kurdan ji Iraqê bi rewa 
 
dibînin. Herwiha li gorî rewşa deverê û cîhanê ragihandina dewleta 
 
serbixwe bi baştirîn awa pêşwazî lê tê kirin. 
 
Zemane herwiha dibêje: “Îran di destpêkê de li dijî serxwebûna Kurdistanê 
 
bû û berê digotin em rê nadin avakirina îsraîleke din li navçeyê, lê Îran 
 
beriya Tirkiyê konsulxaneya xwe li Hewlêr û Silêmaniyê vekir.”
 
Radyoya Zemane ragihand: “Pêşwaziya germ ya Şahê Erebistana Siûdiyê li 
 
Serok Barzanî gumanên dijayetiya welatên erebî û Kendavê bo serxwebûna 
 
Kurdistanê nehiştin û li gorî zanyariyan Siûdiyê alîkariya Kurdistanê dike di 
 
kolandina xendeqa di navbera Kurdistanê û navçeyên erebî de.”
 
Wê radyoyê di dawiyê de wiha got: “Piştî derbasbûna sedeyekê bi ser 
 
sînorên Saykis Biko de, êdî ew rêkeftin dawiya wê hatiye û pêwîstiya wê 
 
navçeyê bi sînorên nû heye. Sînorên nû bo Rojhilata Navîn birêve ne.”

Nûçeyên têkildar